DYE'yê êriş bir ser keştiya bi ala Îranê, Îranê soza bersivdanê da

DYE'yê li Derya Ûmmanê gule berda keştiyekê ku got, ya Îranê ye. Tehranê jî ragihand ku agirbest hatiye binpêkirin û gefa bersivdanê xwar.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştrast kir ku keştiyeke şer êriş biriye ser keştiyeke bazirganiyê ya Îranê. Fermandariya Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) eşkere kir ku destroyera USS Spruance keştiya bi navê Tosuka ya bi ala Îranê dema ber bi bendergeheke Îranê ve bi "Binpêkirina dorpêça DYE'yê" bi pêş ve diçû hate rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, personelên Touska guh nedan hişyariyên 6 saetan. Hate ragihandin ku USS Spruance bi çend topên MK45 êriş bir ser daîreya makîneyê ya keştiyê û hêza dehfdanê ya keştiyê têk bir. Piştre leşkerên deryayî yên DYE'yê derketin ser keştiyê û xistin bin kontrola xwe. Hate ragihandin ku keştî hîn jî di bin çavdêriya DYE'yê de ye.

Îranê nerazîbûneke tund nîşanî bûyerê da. Berdevkê fermandariya leşkerî ya payebilind a Îranê Hatem el-Enbiya ragihand ku êriş binpêkirina agirbestê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin keştî ji Çînê ber bi Îranê ve bi rê ketibû û hate ragihandin ku rêveberiy Tehranê wê bersivê bide vê çalakiyê ku weke "Korsaniya çekdarî" pênase dike.